Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya hevdîtinên “Ji Xizaniya Jinan Re Na” de li Dîlokê, bi jinan re hat gel hev. Berdevka Meclîsa Jinan a HDPê Ayşe Acar Başaran, Parlementerên HDPê Ayşe Surucu, Nûran Îmîr, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Dîlokê Kadriye Elmas, Hevseroka HDP’ê ya Dîlokê Songul Koçdag, endamên Meclîsa Jinan a HDPê yên Dîlokê û gelek endam û rêveberên partiyê beşdarî hevdîtinê bûne.
Lijneyê di destpêkê de li navçeya Şehîtkamîla navendê, serdana jinên ku li malê karê paketkirin, vebijartin û bi serê perçe dixebitin kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê jinan diyar kiriye ku bi vebijartin mewîjan debara xwe dikin û bi lêv kirine ku ji serê kîloya mewîjan 60 qurişî qezenç dikin. Her weha jinan gotine bi vê qezencê mesrefa wan dernakevin.
Jinekê jî diyar kiriye ku rojê 20-25 lîreyan qezenç dike, kirêya mala wê 750 lîre ye û li 6 zarokan dinêre. Jina karker daye zanîn ku tu dahatek wê ya din nîne û bi destmizekî kêm jî be mecbûre bixebite. Parlamentera HDPê Nûran Îmîrê diyar kiriye ku ev rewşa ku jin tê de ne şerma desthilatê ye û wiha gotiye: “Heta ku jin heqê keda xwe bigirin wê li her qadê têkoşîna me bidome.”
Berdevka Meclîsa Jinan a HDPê Ayşe Acar Başaran jî gotiye, “Xizantiya jinê ne qedera me ye.” Parlementer Ayşe Surucuyê jî diyar kiriye ku wê pirsgirêkên jinan bibe Meclîsê û wiha gotiye: “Keda me dixwin. Ked ya me ye lê yên ku qezenç dikin ne emin. Em di ferqê de ne ka çi dibe, ji ber nebûnê em vî karî dikin.”
(EMK/AY)