Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) rapora xwe ya meha Adarê weşandiye. Meclîsê de rapora xwe de wiha gotiye: “Ji bo em bikaribin bijîn û bidin jiyandin, divê em mafê xwe yê kar nedin bikar bînin.”
Li gorî raporê di meha Adarê de 14 jê ji ber koronavirusê ango Covid-19ê li ser hev 113 karker mirine.
Du zarok mirine
Meclîsê ji sedî 80 daneyên xwe ji nûçeyên medyaya berbelav, ji sedî 20ên wê jî ji medyayên herêmî, hevkar an jî ji malbatên karkeran, pisporên ewlehiya karî, doktorên kargehan û sendîkayan berhev kirine.
Meclîsê di raporê de cih daye van daneyan:
* “Di meha Adarê de bi qasî ku me zanyarî bi dest xistine herî hindik 14 karker ji ber Covid-19ê mirine. Dibe ku hejmareke zêdetir kes miribin lê niha zehmet e em xwe bigihînin van zanyariyan.
* 100 kedkarên ku mirine karker û karmed, 13 jê jî cotkar, masîgir û esnaf bûne.
* 11 karker jê jin, 102 jê jî mêr bûne. Jinan karê çandiniyê, xida, ofîs, metal, enerjî û tenduristiyê dikirin.
* Du zarok mirine. Zarokan karê çandiniyê û metalê dikirin.
* Temenê 18 karkerên ku mirine 51 û berjortir bûne.
* Di meha Adarê de 8 karkerên ku mirine penaber/koçber bûne. 2 jê sûriyeyî, yek afgan, yek gurcî, yek ozbek, yek jî rûs bûye.
* Tenê karkerek ji van endamê sendîkayê bûye. Ew jî di dezgeheke dewletê de weke karker kar dikir.
* Herî zêde karkerên karê çandiniyê, veguhastin, înşaet, metal, enerjî, bazirganî/ofîs, metal, tenduristî, şaredarî/karên giştî û yên weke wan de dikirin mirine.
Bajar bi bajar hejmara karkeran
Li Stenbolê, 20, li Îzmîrê 8, li Kocaeliyê 6, li Edene û Antalyayê her yek jê 5, li Aydin, Bûrsa û Sakaryayê her yek jê 4, li Agirî, Enqere, Meletî û Trabzonê her yek jê 3, li Afyon, Hatay, Kastamonû, Manîsa, Mêrdîn, Samsûn, Sêwas, Riha, Newşehîr, Tekîrdag, Zonguldak û Iraqê her yek jê du, li Semsûr, Balikesîr, Bolû, Çanakkale, Çankiri, Amed, Erzîngan, Dîlok, Gîresûn, Mereş, Kayserî, Kirikkale, Kirşehîr, Kilis, Kocaelî, Konya, ordu, Şirnex, Tokat, Dêrsîm û Fransayê her yek jê yek karker mirine. (AO/FD)