Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), hiqûqnas û mafparêzan derbarê êrîşa li Geverê de raporek amade kirine ku di vê êrîşê de Nûrcan Karakaya û kurê wê yê 11 mehî Bedirhan Karakaya miribûn.
Heyeta ku ji Saît Dede Parlamenterê Colemêrgê, Mûazzer Orhan û Mûrat Sarisaç Parlamenterê Wanê yê HDPyê, nunerên Komeleya Mafên Mirovan (İHD) û ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz pêk hatiye 5 û 6ê Tebaxê çûne gundê Qadiyan ê Geverê.
Heyetê piştî lêkolînên xwe raporek amade kiriye û îro ew rapor bi raya giştî re hate parvekirin. Di vê raporê de behsa şahidiya gundiyan tê kirin.
“Beriya ku delîl bên windakirin divê komisyonek bê avakirin”
Di beşa encamê ya raporê de hatiye gotin ku delîlên derbarê bûyerê de hîna nehatine komkirin û ji bo lêkolîneke berfireh bêkirin daxwaza avakirina komisyonekê hatiye kirin:
“Ji bo bersiva hemû pirsan û rastî bi her awayî derkevin holê, beriya ku delîl bên windakirin an jî winda bibin divê li Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) komisyon bê avakirin.”
“Em dixwazin bi rastî jî sûcdar bên girtin”
Hin tespît û encamên girîng ên raporê wiha ne:
* Lêpirsîn nepenî bi rê ve tê kirin, ji ber wê jî heyetê nekarîbû zabitname û tiştên hatine tomarkirin bidîta.
* Serdozgerê Komarî yê Geverê daxwaza hevdîtinê qebûl nekiriye, ji ber ku ne li navçeyê bûye, qaymeqam û heyet nekarîne bicivin.
* Heyetê zanyarî û belgeyên zelal ên derbarê sedema teqîna di wesayitê de bi dest nexistine. Heyetê çavdêrî li wî tiştî kiriye ku hemû delîl li cihê bûyerê ne û li derû dorê belav bûne.
* Heyet di wê metirsiyê de ye ku lêpirsîn bibaldarî û bibandor nayê meşandin. Gundiyan gotiye ku ji ber vê rewşê ew metirsîdar in û di nava tirsê de ne. Ji ber ku têkiliya wan bi teqînê re tê çêkirin ew ditirsin bênmexdûrkirin.
Gundiyekî ku nexwestiye navê xwe bide ji heyetê re gotiye, “Em ditirsin, çi Meclîs be, çi Walîtî be, em dixwazin lêkolîna vê bûyerê bê kirin û sûcdar bên girtin. Ti eleqeya gundê me bi vê bûyerê re nîne.”
Çi bûbû?
31ê Tîrmehê li nêzîkî bajarokê Buyukçiftlikê yê 20 kîlometreyan dûrî navçeya Geverê ya Colemêrgê di dema derbasbûna wesayitekê de teqînek pêk hatibû. Di wesayîtê de Nûrcan Karakaya û pitika wê Mûstafa Bedîrhan Karakaya hebûn. Karakaya û pitika wê ji serdana hevjînê xwe Serkan Karakaya, çawîşê binefser dihatin ku Serkan Karakaya li yekîneya leşkerî wezîfedar bûye. Nûrcan Karakaya li ciyê bûyerê, Mûstafa Bedîrhan Karakaya li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê miribû.
Walîtiya Colemêrgê piştî bûyerê daxuyaniyek belav kiribû û gotibû ku “Di dema derbasbûna wesayita sivîl de teqemeniya ji hêla endamên rêxistina terora cidaxwaz ve hatiye bicîkirin, hatiye teqandin û di encamê de hevjîna leşkerî li ciyê bûyerê, pitika 11 mehê jî li nexweşxaneyê miriye.”