Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li ser navê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê, serokê sendîkayê Gokhan Durmuş û serokê rêxistina Amedê ya sendîkayê Mahmut Oral çûn rojnamegera girtî, Zehra Doganê ku Girtîgeha Amedê ya Cûrreyê Eyê ye.
Doganê gotiye ew ê nêzîkî 11 mehê dî li girtîgehê bimîne, şertên girtîgehê piştî îlankirina Rewşa Awarte xerabtir bûye.
“Li girtîgehê xwendina nûçeyên rast wek îbadetê ye. em nûçeyan bi dengê bilind dixwînin. Herkes bêdeng dibin. Em li ser nûçeyan diaxivin.”
Doganê gotiye ew bi 15 jinan re li heman odeya girtîgehê dimînin.
Bixwîne - Zehra Dogana rojnameger hat girtin
“Me straneka kurdî got. Birêvebiriyê ew wek dirûşman hesiband û ceza da me. Ji ber wê du meh in nameyên tên ji min re têne astengkirin.”
Zehra Dogan herweha resamek(nîgarkêş) e. Wê diyar kir ji bo ew wêneyan xêz bike ji bo wê reng, firçe û kaxez têne şandin lê birêvebirî dest dane ser.
“Ez ji bo rengê mor(xemrî) kelemiyên mor, ji bo rengê sor xwînê an hinara perçiqandî bi kar tînim. Ji bo rengê kesk gîyayan diperçiqînim û wêneyan li ser rojname, qutiyên şîrî û destmalên kaxes çêdikim. Birêvebiriyê nêzîkî 20 berhemên min ên min bi wî awayî çêkirîn birin û wan got wan ew îmha kirine.”
Çi bûbû?
Zehra Dogan dema ku ji Amedê ber bi Mêrdînê ve diçû li ser rêyê hat girtin. Zehra Dogan edîtora JINHAyê(Ajansa Nûçeyan a Jinan) bû. JINHA bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de hatibû girtin.
Li gor nûçeya dihaberê dadgehê ji bo Doganê biryara girtinê daye.
Ji ber karê wê yê rojnamegeriyê û parvekirinên wê yên di medyaya civakî de Zehra Dogan bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” hatibû sûcdarkirin.
Banksyî girtina Zehra Doganê bi xêzewêneyekê protesto kir
Yek ji navdartirîn hûnermendên Graffitiçêker, Banksyê ji bo piştgiriya hûnermenda Zehra Dogan û protestokirina girtina wê li bajarê Manhattanê yê New Yorkê wêneyek xêz kir.
Borfî jî ji bo çêkirina wêneyî hevkariya ji bo xêzkirina wêneyî hevkariya Banksyî kiriye.
Zehra Doganê ji ber ku di wê dema li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê derketina derve qedexe bû de, wêneyek xêz kiribû û notên zarokeka 10 salî kiribû nûçe 2 sal 9 meh û 22 roj cezayê girtinê xwaribû.
Banksyî wêneyê Doganê digel vê notê weşand:
“Ji ber ku wê ev wêne wêz kiriye 2 sal, 9 meh û 22 roj cezayê girtinê xwariye.”
Zehra Dogan kî ye?
Di sala 1989ê de hatiye dinê. Li Zanîngeha Dîcleyê, Beşa Dersdêriya Nîgakêşiyê xwend. Ji destpêka avakirina JINHAyê ve(2012) vek nûçegihan û edîtor li wê derê dixebitî. (EA/MB)