Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgehkirin li 14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Edliyeya Stenbolê dewam kiriye. Îro Farûk Sari, Midûrê Beşa Istixbaratê yê Trabzonê, Haci Şefîk Şîmşek, wezîfedarê îstixbaratê yê cendermeyan li Stenbolê, Gazî Guna, wezîfedarê cenderme yê Trabzonê, Muhîttîn Zenît û Mehmet Ayhan, polîsên istixbaratê yên Stenbolê paraznameyên xwe pêşkêş kirine.
Sari: Hevdîtinên me bi Erhan Tûncelî re dom kirin
Li gorî nûçeya Canan Coşkûnê ya li ser malpera Dikenê hatiye weşandin, Farusk Sarî berê xwe parastiye.
Sariyî gotiye ku beriya kuştinê bi çar mehan wî li Trabzonê weke midûrê istixbaratê dest bi wezîfeyê kiriye: “Nezîkî mehekê ez bi Engîn Dinçî re xebitîm. Dînçî ji Ramazan Akyurekî daxwaza tayînkirinê kir û çû Afyonê.”
Sariyî diyar kiriye ku di Gulana 2006an de brîfîng dane Reşat Altayê tayînî Trabzonê bûye, kirine û derbarê Erhan Tûncel û Yasîn Hayalî de ti zanyarî nebû. Sariyî her weha destnîşan kiriye ku Tûncelî di Hezîrana 2006an de nexwestiye weke sîxur kar bike lê paşê ji bo kar bike şîret li Tûncelî hatiye kirin.
Li gorî gotina Sariyî piştî vê Tûncel dane bin fermana Ozkan Mûmcûyî ku li heman beşê kar dikir, lê ti guhertin di liv û tevgera Tûncelî de nebûye:
“Ji ber wê êdî zêde bawerî pê nedihat. Ew bi rêbazên teknîkî dişopandin, bi van tevgeran re hevaltiya xwe bi wezîfedarên cenderme re bi pêş xistiye. Di mehên Îlon û Çiriya Pêşiyê de hevdîtinek bi Erhan Tûncelî re hatiye kirin û xerca wî ya zanîngehê hatiye dayîn. Heke Tûncel zanyariyeke rast nede jî, çawa ku saeta şaş rojê carekê rast nîşan dide, hevdîtinên me pê re dewam kiriye.”
Şîmşek: Me lêkolîna weqfa Kurdan dikir
Piştî Mehmet Ayhan, Mûhîttîn Zenît û Gazî Gunayî, Hacî Şefîk Şîmşekî xwe parast. Şîmşek dema Samastî Hrant Dînk kuşt, li nêzîkî rojnameya Agosê bê. Ji ber vê ceza jê re tê xwestin. Şîmşekî wiha gotiye:
“Min di 12ê Tebaxa 2006an de dest bi wezîfeyê kir. Ez ji fermandariya cendermeyan a Trabzonê kesî nas nakim û ti têkiliyeke min bi wan re nîne. Roja bûyerê me li Tarlabaşiyê fotografên Weqfa Çandê û Lêkolînê ya Kurdan dikişandin. Em wisa difikirîn ku têkiliya wê bi PKKyê re heye. Paşê ez çûm Kadikoyê. Roja bûyerê qeyda min a HTSyê nîne.”
Parazname wê rojên pêş jî werin pêşkêşkirin
14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê beriya niha navê wan kesan diyar kiribû ku wê xwe biparêzin.
Di 15ê Kanûna Paşiyê de reşat Altay, Midûrê Emiyeta Trabzonê, Sabrî Ûzûn, Serokê Daîreya Istixbaratê yê berê, Okan Şîmşek, Ozkan Mûmcû, Onûr Karakaya, polîsê istixbaratê yê cendermeyan ê Trabzonê, Osman Gulbel, alîkarê midûrê şûbeya Cyê û wezîfedarê Serokatiya Daîreya Istixbaratê, Şukru Yildiz, sermifetişê berê yê Milkiyeyê.
Di 20ê Kanûna Paşiyê de Tamer Bulent Demîrel, wezîfedarê berê yê Midûriyeta Şûbeya Cyê yê Serokatiya Daîreya Istixbaratê, Veysal Şahîn, Volkan Şahîn, wezîfedarên istixbarata cendermeyan ên Trabzonê, Yakûp Kûrtaran û Yuksel Avacan, wezîfedarên midûriyeta emniyetê yên Samsûnê, Yavûz Karakaya û Yûsûf Bozca, wezîfedarên istixbarata cendermeyan ên Stenbolê.
Di 22yê Kanûna Paşiyê de Alî Fûat Yilmazer, midûrê Şûbeya Cyê yê istixbarata wê demê, Ramazan Akyurek, midûrê emniyetê yê Trabzonê û serokê daîreya istixbaratê yê wê demê, Ercan Gun rojnameger û Mûharrem Demîrkale, wezîfedarê istixbarata cendermeyan ê Stenbolê.
Çi bûbû?
Hrant Dink, Berpirsê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê, di 12emîn salvegera kuştina xwe de li Tirkiye û Cîhanê wê bi çendîn bernameyan were yadkirin. Dink 19ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2007ê di encama sûîkastekê de hatibû kuştin.
Weke her sal wê îsal jî wê li ber avahiya berê ya rojnameya Agosê ya li Osmanbeya Stenbolê bernameyek çêbû. Dînk li ber vê avahiyê hatibû kuştin.
Ji bo vê bernameyê, Hevalên Hrantî, bi gotina "Ji bo em bibêjin em li vir in Ahparig", "12 sal borî: Hrant Dînk nîne, edalet nîne, dest jê berdan nîne" banga beşdariya bernameyê kirine.(HA/FD)