Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser operasyona li Rojavayê gotiye: “Cihên ku me bi Tevgera Kaniya Aştiyê kontrol kirine ji 600 cihan zêdetir in.
“Zelal e ku li gor lihevhatina digel Amerîka û Rûsyayê, ji wê herêmê bi temamî terorîst nehatine paqijkirin.
"Me got ku heger di meseleya F-35an da helwesta nelihevkirinê ya heyî dewam bike Tirkiye ji bona pêwistiyên xwe bi cî bîne wê serî li rêyên din bide.
Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.
"Bi hevdîtinên ku hatin kirin me gelek meseleyên di navbera xwe da ji binî va çareser nekir, lê me ji hemû dinyayê ra nîşan da ku em nahêlin ev mesele têkiliyên me hildin bin tesîra xwe."
Erdogan diyar kir di hevdîtina bi Trump ra gotine ku heger di meseleya F-35an da helwesta nelihevkirinê ya heyî dewam bike Tirkiye ji bona pêwistiyên xwe bi cî bîne wê serî li rêyên din bixe.
(TP/MB)