Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê duhî li Balyozxaneya Swêdê ya li Stenbolê paneleka bi navê “Berxwedana Li Dijî Cezanedana Berpirsên Kuştina Rojnamegeran” pêk anî.
Sala 2017ê rojnamegereka bi navê Daphne Caruana Galizia li maltayê hatiye kuştin. Êrîşkaran bombeyek li wesayita rojnamegerê bi cih kiriye û dema rojnameger çûye di wesayita xwe de êrîşkaran bombe teqandine.
Matthew Caruana Galizia
Kurê rojnamegera hatî kuştin yê bi navê Matthew Caruana Galizia li panelê gotiye:
“Me ji dewletê xwest ew dayika me biparêze lê ya ku rê da dayika me bê kuştin heman dewlet bû.
Ozge Mumcu
Sala 1993yê rojnamegerê Ugur Mumcu li ber deriyê xwe hatiye kuştin. Êrîşkaran dema ew ji mala xwe derketî lê reşandiye û ew kuştiye. Keça Mumcuyî, Ozge Mumcuyê gotiye:
“Piştî bavê me hat kuştin rayedarên dewletê ji me re gotin ‘ê bavê te jî xwe li belayê dida.
“Piştî pêvajoya dozvekirinê min fêm kir ku ya giring ew e ku fikrên bavê min zindî bimînin.”
Meryem Goktepe
Metîn Goktepeyî di sala 1996ê de dema karê rojnamegeriyê dikir hatiye desteserkirin. Paşê hatiye kuştin. Xuşka Goktepeyî, Meryem Goktepeyê gotiye:
“Pêşyê kampanyayek hat destpêkirin ku dihat gotin Metin Goktepe ne rojnameger e. Paşê wezîrê karên navxweyî yê wê demê Mehmet Agarî got goktepe terorîst bû.”
Dîcle Anter
Sala 1992yê Mûsa Anter bi sûîkastekêhatiye kuştin. Kurê anterî, Dîcle Anterî gotiye:
“Bavê min digot 55 sal in ez şahid, bersûc û dozxwazê vî welatî me. Wan tehemmil nekir zelamekê bi vî rengî bijî.”
(EU/MB)