Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ku her sal reveberên welat, hêz û herêman bi rojeva polîtîkayên ewlehiyê tîne cem hev, konferans îsal mazûvaniyê ji şandeyeke Rojavayê re dike. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi fermî beşdarî konferansê dibin.
Hat gotin ku Mazlûm Ebdî dê li konferansê li gel Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re bicive.
Li gorî gotinên wan çavkaniyan ku pêncşemê 12ê Sibata 2026an ji bo Rûdawê axivîne; Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî jî dê beşdarî konferansê bibe.
Konferansa Munîhê wekî mezintirîn foruma parastinê ya cîhanê tê naskirin û dê ji 13 heta 15ê Sibatê bidome.
Mezlûm Ebdî û Şeybanî hatine vexwendin
Li gorî nûçeya Rûdawê Mazlûm Ebdî û Eshed Şeybanî bi awayekî cuda ji bo konferansê hatine vexwendin lê belê li gorî agahiyan, her du alî dê li konferansê werin cem hev û bicivin.
Ev hevdîtin piştî wê yekê tê ku HSD û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê 29ê Kanûna Paşîn a borî peymanek îmze kiribû. Di wê peymanê de biryar hatibû dayîn ku şerê navxweyî biqede û HSD tevlî Artêşa Ereban a Sûriyeyê bibe.
Civîna Fermandarê HSDyê û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê ya li Munîhê tê wê wateyê ku Pirsgirêka Kurdan a li Rojavayê li ser sakoyeke giring a cîhanî tê gotûbêjkirin. Konferansa Munîhê li cîhanê wekî yek ji giringtirîn konferansên ewlehiyê tê dîtin.
Di vê konferansê de serok û berpirsên welatan dicivin û li ser mijarên hestiyar ên parastina cîhanî dan û standinan dikin. Îsal ev konferans dê di navbera 13-15ê Sibatê de bi rê ve biçe.
Fîdan û Guler jî dê beşdar bibin
Nûnerên rêxistinên navneteweyî yên wekî Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte, Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Nûnera Bilind a Karûbarên Derve ya YEyê Kaja Kallas jî dê li Munîhê bin.
Tirkiye dê ji aliyê Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Gûler ve di konferansê de werin temsîlkirin.
Her weha zêdetirî 65 wezîrên karên derve û zêdetirî 30 wezîrên berevaniyê dê beşdarî konferansê bibin.
(AY)
*Çavkanî: Rûdaw, Ajansa Welat
