Fotograf: Mazlûm Ebdî/Syriac Press
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mazlûm Ebdiyî got, “Hemû kesên HSDyê di dema pevçûnan de ew desteser kirine, wê serbest bibin”
Ebdiyî duh li ser hesabê xwe yê Xê (Twitter) peyamek weşand û bal kişand li ser pêşketinên li bajarê Dêra Zorê bûne. Ebdiyî diyar kir ku ew difikirin kesên li Dêra Zorê çek li dijî HSDyê hilgirtine, efû bikin.
Ebdiyî destnîşan kir ku “Piştî bi şêxên eşîran û rûsipiyên Reqqayê rewşa dawî ya li Dêra Zorê hate nirxandin, bi daxwaza wan; ji bo peywendiyê bi Şêx Îbrahîm El-Hafelî re çêbikin hatin wezîfedarkirin, em ê jî ji bo efûyê ji girtiyan re ragihînin, bixebitin.”
Mazlûm Ebdiyî her weha got ku “Bila niştecihên herêmê baldar bin, bila ber bi bayê fen û futan, tehrîk û nîjadperestiyê nekevin.” Her weha ji bikarhênerên medyaya civakî xwestiye “piştgiriyê bidin zimanê biratî û aştiya medenî.”
Fermandarê Giştî yê HSDyê, biryardariya xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêkên Dêra Zorê ya bi rêya diyalogê, dubare kir û got, “Armanca me ya esasî, aştî, îstîkrar û geşepêdan e.”
Hemû herêm bi paş de hatin standin
Hefteya borî HSDyê, fermandarê leşkerî yê Dêra Zorê Ehmed Habîl yê bi nasnav Ebû Xewla, ji ber “hevkarî bi hikûmeta Sûriyeyê, qaçaxçiyên tiryakê kiriye û di têkoşîna li dijî DAIŞê de kêm maye” desteser kir û girt. Konseya Leşkerî ya Dêra Zorê di bin banê HSDyê de ye.
Piştî vê pêşketinê, hin hêzên erebî yên têkiliyên wan ên eşîrî bi Ebû Xewla re hene, li dijî HSDyê çek hildan. HSDyê roja çarşemê ragihand ku hemû hêzên eşîrî yên hikûmeta Şamê piştgiriya wan dike, ji herêmê hatine dûrxistin û wan kontrol ji nû ve bi dest xistiye.
Mazlûm Ebdiyî ji Al-Monîtorê re got ku di dema pevçûnan de 25 şervanên HSD û 7 sivîl mirine, 97 şervan jî birîndar bûne.
Her weha destnîşan kir ku “Amerîkayî piştgiriya me dikin û ji bo piştgiriya xwe ya bi me re nîşan bidin” li ser eyaletê, balafirên bêmirov difirînin. (AEK/FD)