Mazlûm Ebdî: Entegrasyon dawî bû
Mazlûm Ebdî amaje bi rejîma Baasê û desthilatên xwedî siyasetên şovenîst kir ku di dirêjahiya salan de wan siyasetên guhertina demografiya herêmê û erebkirina wê kirin. Ebdî da zanîn ku Rêveberiya Xweser di dirêjahiya 15 salan de li hember van siyasetan û vegerandina nasnameya herêmê xebitî.
Encama berxwedana gel
Ebdî, got herêm di salên borî de şahidê şerekî hovane kir û xelkê jî li hember êrişan xwe parast. Bi wê re QSDê hat damezrandin.
Di axaftina xwe de Ebdî destnîşan kir ku hilweşîna rejîma Baasê û destpêkirina avakirina Sûriyeya nû qonaxeke cuda ava kir û got biryara tevlêbûna li Sûriyeya nû li ser bingeha peymana 29ê Çileyê hat.
Entegrasyona saziyên ewlehî, leşkerî û îdarî yên ku di salên borî de hatine avakirin tev li saziyên dewletê dibin, nasname û destkeftiyên xwe parastî ne.
"Entegrasyon dawî bû"
Ebdî got “Qonaxa entegrasyona saziyên leşkerî, ewlehî û îdar di nava saziyên dewletê de bi dawî bû û ji îro pê ve dest bi qonaxeke nû bû.”
Ebdî bang li xelkê herêmê kir ku saziyên bi fedakariyên şehîdan hatin damezrandin biparêzin, xebata piştigirya wan bikin.
Mazlûm Ebdî şervanên hêzên Kurdistanî yên li kêleka QSDê li dijî êrişên li ser herêmê sekinîne bi bîr anîn û tevahî kesên li kêleka gel sekinîne û di oxira parastina wî de şehîd ketine silav kir.
Di dewama axaftina xwe de Mazlûm Ebdî diyar kir ku têkoşîna di oxira misogerkirina mafên gelê Kurd û tevahî pêkhateyan de dê bidome û dê qonaxa bê şahidê xebata siyasî ya zêde be ku mafên rewa di destûra Sûriyeyê de werin misogerkirin.
Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlûm Ebdî di dawiyê de got Qamişlo dikare bibe navenda çand, siyasî û pirrengiyê û bang li tevahî pêkhateyên herêmê kir ku bi hev re di oxira siberojeke aştiyane bixebitin.
(FY)