Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
James Mattis, Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê biryara vegera leşkerên Amerîkî ya ji Sûriyeyê îmze kiriye.
Li gorî nûçeya Barbara Starrê ya ji kanala CNN Internationalê, rayedarekî ji Wezareta Berevaniyê piştrast kiriye ku “Mattîsê roja pêncşemê biryar dabû dest ji kar berde, fermana vegera leşkerên DYAyê ya ji Sûriyeyê îmze kiriye”.
Nexşeya vegera 2 hezar û 600 leşkerên Amerîkî ya ji Sûriyeyê tê amadekirin ku wê dem û çawaniya vê vegerê tê de cih bigire. Tê payîn ku veger hefteya pêşiya me dest pê bike û di nava çend hefteyan de biqede.
McGurkî jî dest ji kar berdaye
Kanala DYAyê CBS Newsê duh ragihandiye ku Brett McGurk, nûnerê taybet ê Hevpeymana Têkoşîna Li Dijî DAIŞê yê DYAyê dest ji erka xwe ya Wezareta Karên Derve ya DYAyê berdaye.
McGurkî beriya niha bi demekê di civîneke li wezaretê de gotiye, “Vegera ji Sûriyeyê ne bimantiq e”. McGurkî ji ber biryara vegera ji Sûriyeyê nameya xwe ya ku tê de dibêje wî dest ji kar berdaye, pêşkêşî Mike Pompeo Wezîrê, Karên Derve kiriye.
Trumpî roja pêncşemê aşkere kiribû ku James Mattis, Wezîrê Berevaniyê wê di dawiya meha Sibatê de teqawid bibe.
Lê Mattîsî di nameya xwe de diyar kiriye ku ne ji ber teqawidiyê lê ji ber “fikrên wî û Serokî cida ne” ew dest ji kar berdide. (PT/FD)