Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dayîkên Şemiyê bi daxwaza diyarkirina aqubeta kesên winda û dadkirina berpirsyarên qetilkirina wan vê hefteyê cara 600. wê li qada Galatasarayê bibin.
Xwişka Hasan Ocakê ku piştî binçavkinê hatibû qetilkirin û defnê goristana bêkasan kiribûn Maside Ocak di daxuyaniya xwe ya derbarê hefteya 600. de got: "Di OHALê de, di her rewşê de 600 hefte bi dawî bû ."
Di 27ê Gulana 1995an roja Şemiyê saet 12:00an de cara yekem Dayîkên Şemiyê li Galatasarayê kombûn. Wan bi daxwaza 'Qetilkirinên di bin çavan de bila bidawî bibin, aqubeta kesên winda bişa bên eşkerekirin û sûcdar werin dadkirin' çalakiya yekem pêk anîn. Çalakiyên Dayîkên Şemiyê 21 sal in dewam dikin. Hasan Ocak di 21ê Adara 1995an de hatibû binçavkirin û 58 roj îşkence lê hat kirin û piştre cenazeyê wî li goristana bêkesan hatibû defin kirin. Piştî vê yekê çalakiyên Dayîkên Şemiyê dest pê kirin. Di navbbera salên 1995-1999an de her rojên şemiyê saet 12:00an de bi daxwaza 'Qetilkirinên di bin çavan de bila bidawî bibin, aqubeta kesên winda bişa bên eşkerekirin û sûcdar werin dadkirin' dayîk û malbatên kesên qetilkirî li ber Galatasarayê çalakî pêk anîn. Di hefteya 170. de di 15ê Tebaxa 1998an de hêzên dewletê êrişî Dayîkên Şemiyê kirin. Êrişên hêzên dewletê 7 hem dewam kirin. Her rojên şemiyê yanê bi temamî 31 caran êriş hat kirin û bi dehan kes hatin binçavkirin. Dayîkên Şemiyê di 13ê Adara 1999an de bi daxuyaniyek ve ragihandin ku wan navber dane çalakiyên xwe yên li ber Galatasayê. Piştî 10 salan di 31ê Çileya 2009an de çalakiyên Dayîkên Şemiyê ji nû ve dest pê kirin. Heta vê demê jî bê navber dewam dikin. Piştî destpêkirina çalakiyên Dayîkên Şemiyê qetilkirinên di binçavan de bê zêdeyî hatin rawestandin. Lêbelê di sala 2004an de Tolga Baykal Ceylan ku çûbû Igneadayê heta vê demê jê ti agahî nayê girtin. Her wiha ji 27ê Gulana 2016an vir ve ji Rêvebirê DBPê yê Şaxa Şirnexê Hurşît Kulter jî ti agahî nayê girtin. |
Maside Ocak: Em ê hesab bibirsin
“Di OHALê de di her rewşê de me 600 hefteyan li pişt xwe hiştin. Ew kesên qetilkirî di bin çavan de di rewşa OHAL û derbeya leşkeriyê de hatin kuştin. Niha dîsa rewşa OHALê pêk tê û em weke berê dîsa hesab dipirsin.
“Em ê her tim hesab bipirsin. Bila her kes ne tenê ji bo hefteya 600., divê her dem piştgirî bidin vê israra me.
“Doza derbarê qetilkirina Hasan Ocak de li Dadgeha Beykozê dewam dike. Heta niha dadgehê ne şahidên bûyerê ne jî malbatê guhdar nekirine. Dixwazin dosyeyê bi cezanedayînê bigirin û tine bikin.”
Hasan Ocak kî ye?
Hasan OcakLi goristan bêkasan hate dîtin. DMMEyê Tirkiyeyê mehkûm kir lê dîsa jî derbarê qetilkirina wî de li Tirkiyeyê ti doz nehatin vekirin. Hasan Ocak di sala 1995an de ji hêla polêsan ve hate binçavkirin û piştre cenazeyê wî li Goristan Bêkasan a Altinşehirê hat dîtin. Di 15ê Gulana 1995an de malbata wî di encama testa li tîpa edliyê cenazeyê wî tespît kir. Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê di sala 2004an de biryara xwe da û ji ber qetilkirina Hasan Ocak Tirkiyeyê mehkûm kir. Dozgeriya Kuçukçekmeceyê di sala 1995an de dosyeyê şandiye Dadgeha Beykozê û heta niha jî dosye li wir e. |
(BK/YO)