Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Derhênerê navdar û xwediyê xelata Oscarî Martin Scorseseyî piştgirî daye kampanyeya îmzeyê ya ji bo derhêner Saîd Rûstayî.
Ji ber ku fîlmê xwe yê bi navê “Birayên Leylayê” li Festîvala 2022an a Fîlman a Cannesê nîşan daye, Dadgeha Şoreşê ya Îranê, derhêner Saîd Rûstayî bi 6 meh cezayê girtîgehê ceza kiriye.
Lîstikvan û derhêner Francesca Scorseseya keça Martin Scorseseyî kampanya daye destpêkirin.
Derhênerê navdar li ser hesabê xwe yê Instagramê peyamek weşandiye û gotiye, “Tikaye ji bo edalet ji Saidî re bîne, vê daxwaznameyê îmze bikin.”
Her weha diyar kiriye ku ji bo biryara cezayî li dadgeha bilind ji holê rabe bi tenê 20 roj hene.
Cannes: Êrîşeke cidî ya li ser azadiya xweîfadekirinê ye
Festîvala Fîlman a Cannesê ji AFPyê re nameyek şandiye û cezayê li Rûstayî hatiye birîn, şermezar kiriye.
Festîvala Fîlman a Cannesê jî bi gotina “Festîval mala we ye” biryar şermezar kiriye û gotiye ku cezayê girtîgehê û qedexeya karkirinê, êrîşeke cidî ya li ser azadiya xweîfadekerinê ya hunermend û produktorên îranî ye.
Çi bûbû?
Bi tohmeta ku di fîlmê xwe yê bi navê “Birayên Leylayê” de “li dijî rejîmê propaganda kiriye” û fîlm di Festîvala Fîlman a Cannesê de nîşan dye, Dadgeha Şoreşê ya Tehranê derhêner û senarist Saîd Rûstayî bi 6 meh cezayê girtîgehê ceza kiribû.
Her weha wê Rûstayî nikaribe heta 5 salan fîlman çêbike û bi sînemageran re biaxive. (NT/FD)