Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Diego Armando Maradona, yek ji futbolîstên herî baş ê li asta cîhanê, koça dawî kiriye.
Federasyona Futbolê ya Arjantînê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye ku futbolîstê kevn miriye.
Di heman mesajê de hatiye diyarkirin ku Claudio Tapia, Serokê Federasyonê ji ber mirina Maradonayî gelekî xemgîn e û wiha gotiye: “Tê her gavê di dilê me de be.”
Alberto Fernandez, Serokdewletê Arjantînê jî ji ber mirina Maradonayî heta sê rojan biryara şîngirtinê daye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, çapemeniya Arjantînê nivîsandiye ku Maradona, li bajarê Tigreyê yê eyaleta Buenos Airesê, ji ber nexweşiya dil û kezebê miriye.
Maradona di destpêka meha Çiriya Paşiyê de emeliyat bûbû û piştî heşt rojan ji nexweşxaneyê derketibû. (EKN/FD)