Ji bo nûçeya Îngilizî / Tirkî bitikîne
Gokan Akçioglu di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbekirinê de hatibû binçavkirin. Piştî ew 13 rojan di nezaretê de hat hiştin, canê xwe ji dest da. Cenazeyê wî birin Konyayê û li wir defin kirin.
Bavê wî Ayhan Açikkolî ku ji bo hilgirtina cenazeyê çûbû Saziya Tipa Edlî gotibû ku wan ji bo definkirina cenazeyê kurê xwe cih xwestine lê ji bilî ‘Goristana Xayînan’ ti cih bo wan nehatiye dayîn.
Wesayîta cenazeyê jî nedan malbatê û wan jî di 7ê Tebaxê de bi wesayîta xwe cenazeyê hildan û birin Konyayê.
Ji ber ku Diyanetê daxuyandibu ku ji bo cenazeyên kesên ku eleqeya wan bi hewldana derbekirinê re heye, wê xizmet neyê dayîn, ti mela neçû merasîma cenazeyê û mêja cenazeyê jî keseke ji wê taxê ve da krin.
Gokan Açikkol mamosteyê dersa dîrokê bû, li Lîseya Umraniye Ataturk Teknik û Endustri Meslekê dixebitî. Açikkoluyê 42 salî, di 3ê Tîrmehê de hatibû binçavkirin û piştî 13 rojan di nezaretê de hat hiştin, canê xwe ji dest da.
(BK/YO)