Malpera Rojnameya Xwebûnê ku heftane ye û weşana xwe bi kurdî dike, hat astengkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li gorî biryara li ser malpera Sazîya Agahîyên Teknolojîyê û Ragihandinê (BÎK); malpera “www.xwebun.org” bi biryara 5emîn Dadgerîya Cezê û Aştiyê ya Edeneyê hatiye astengkirin. Parêzerên rojnameyê dê li dijî biryarê îtîrazê bikin.
(AY)