Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Ji bo serbestiya Osman Kavala Serokê Lijneya Rêveberiya Anadolu Kültürê û aktivîstê mafên mirovan bi mesaja “Azadî ji bo Osman Kavalayî” malpera bi navê osmankavala.org hat vekirin.
Di heman demê de bi navê azadî ji Kavalayî re hesabê Twitterê jî dest bi weşanê kir.
Kavala di 18yê Çiriya Pêşiyê de li Balafirxaneya Stenbolê hatibû desteserkirin ku ji Dîlokê vedigeriya û di 1ê Çiriya Paşiyê de hatibû girtin.
“Ti delîlên sûcdariyê nînin”
Kavala bi “hewldana jiholêrakirina pergala Destûra Bingehîn, hewldana jiholêrakirina dewleta Komara Tirkiyeyê û astengkirina erka xwe” tê sûcdarkirin. Her wiha tê îdiakirin ku Kavala fînansorê berxwedana Geziyê ye û beşdarî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê bûye.
Di malpera bi navê osmankavala.orgê de tê diyarkirin ku tiştên ku Kavala pê tên sûcdarkirin prensîbên hiqûqî bi awayekî vekirî binpê dike û wiha tê gotin, “Bi ser de ti delîlên van sûcdariyan nîne, dozgerî nikari ti delîlên berbiçav pêşkêş bike.”
Di malperê de çi heye?
Di malperê de li gel kurtejiyana Osman Kavalayî xebatên wî yên civaka sivîl jî heye.
Her wiha hemû daxuyaniyên ku di dema girtina wî de û nûçeyên di medyayê de derketine jî di malperê de cî girtine. (EKN/FD)