Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Bi armanca daxwaza azadiyê ji bo Prof. Dr. Onûr Hamzaoglûyî Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) malperek înternetê hat vekirin.
Di malpera bi navê onurhamzaoglunaozgurluk.orgê de jiyan û nûçeyên ku derbarê wî de derketine hene.
Di rûpela destpêkê ya malperê de daxuyaniyek hatiye belavkirin ku 9 akademisyenan îmze kiriye û wiha tê gotin, “Nirxên vî welatî tune nekin”.
Saeta di nava malperê de hatiye bicîkirin dide xuyakirin ku Onûr Hamzaoglû çiqas dem e girtî ye.
Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû akademisyenê ku ji Zanîngeha Kocaeliyê îxrackirî û yek ji damêzrênerên Akademiya Piştgiriyê ya Kocaeliyê 9ê Sibatê hatibû desteserkirin û 17ê Sibatê hatibû girtin. Daxuyaniya çapemeniyê ya 9ê Sibatê ji bo daxwaza aştiyê hatibû dayin, weke hincet ji bo girtina wî hatibû nîşandan.
“Bila rûmeta gel serbest bibe”
Di wê metna ku ji hêla Prof. Dr. Okan Akhan, Prof. Dr. Korkût Boratav, Prof. Dr. Necatî Dedeoglû, Prof. Dr. Ayşe Erzan, Prof. Dr. Îskender Sayek, lêkolîner Orhan Silier, Doç. Dr. Alaeddîn Şenel, Prof. Dr. Taner Tîmor û Prof. Dr. Hasan Yazici ve hatiye îmzekirin de wiha tê gotin:
“Hewcedariya welêt bi mirovên wiha re heye ku bêyî tiştên rast dibîne veşêre, wan par ve bike û xwedî helwest be. Rayedar di serî de em bang li herkesî dikin: Em li bendê ne ku rûmeta (Onûr) tenduristiya gel di demeke herî kin de serbest bibe”. (BK/FD)