Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Malpera EngelliWebê ya Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê ya ku nûçeyên qedexekirina malperan diweşand, bi biryara dadgehekê hatiye astengkirin.
Komeleya Azadiyaxweîfadekirinê nûçeya astengkirina malpera xwe weşandiye û gotiye ku Dadweriya Aştî û Cezayî ya Rîzeyê di 20ê Adara 2023yan de biryara astengkirinê daye. Li gorî heman daxuyaniyê dadweriyê bi sedema ku “mafên şexsan binpê kiriye” ev biryar daye.
Komeleyê destnîşan kiriye ku piştî nûçeyên derbarê xapandina mirovan a li Trabzonê, kesên bûne mijara nûçeyan serî li dadgehê daye û dadgehê jî biryar daye.
“Em ê dev jê bernedin”
Yek ji rayedarên Komeleya Azadiyaxweîfadekirinê Prof. Dr. Yaman Akdenîzî bertek daye biryarê û li ser hesabê xwe yê Twiterrê gotiye ku ew ê dev jê bernedin. (ME/FD)