Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Malpera SheMaleTurk.com hat astengkirin. 400 endamên malperê hene. Ji roja Înê ve malper hatiye astengkirin lê hêj sebebên wê nehatine eşkerekirin.
Koordînatorê têkiliyên digel çapemeniyê Erman Paçaliyî ji bianetê re gotiye gelek caran malper hatiye astengkirin lê paşê nûneran gotin “qusûrê efû bikin me xelet kir.”
Paçaliyî got ji 18ê mehê ve ew hewil didin ji Saziya Teknolojiya Zanyariyan û Ragihandinê bizanin ka ji ber çi malper hatiye astengkirin. Lê hê jî nivîsa “ji ber tedbîra îdarî malper hatiye girtin” tê nîşandan. (ÇT/MB)