Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Malpera "Ekşi Sözlük"ê piştî bi çend saetan careke din hatiye astengkirin.
Saziya Teknolojiyên Zanyariyan û Ragihaldinê (BTK) û Dadweriya 4an a Aştî û Cezayan a Enqereyê di 21ê Sibatê de biryara astengkirina malperê dabûn. Duh ev biryar hatibû rakirin.
CEOyê "Ekşi Sözlük"ê Başak Pûrûtî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotibû, biryara astengkirina malperê hatiye rakirin.
Ji bo biryara betalkirina astengkirina malperê duh serî li Dadweriya 5an a Aştî û Cezayan a Enqereyê hatibû dayîn û hatibû xwestin ku malper careke din bê astengkirin. Dadweriya 5an jî ev daxwaz pejirandiye û li gorî vê biryarê tekezî li astengkirina malperê hatiye kirin. (ME/FD)