Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Malpera nûçeyan, Demokrat Haberê weşana xwe bidawî kiriye. Xwedî û Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Demokrat Haberê Mehmet Gocekliyî nivîsek nivîsiye û gotiye ku ew ê ji 1ê Hezîrana 2023yan û pê de êdî weşanê nekin.
Demokrat Haber di 14ê Kanûna Paşiyê ya 2011an de dest bi weşanê kiribû.
Gocekliyî diyar kiriye ku her çend ew ê tiştên nû neweşînin jî, lê wê arşîva malperê vekirî bimîne û kesên ku bixwazin wê bikaribin nûçe û nivîsên berê bixwînin.
Gocekliyî di nivîsa xwe de her weha behsa zext û zordariyên li wan bûne jî kiriye: “Heta niha 3 caran em hatin astengkirin, me navê domaina xwe guherand û me weşana xwe dewam kir. Doz li nivîskar, nûçegîhan û edîtorên me vebûn, ceza li wan birîn, hîna dozên me yên dewam dikin hene.”
Berpirsê Giştî yê Weşanê Gocekliyî diyar kiriye ku ji ber van zext û zordariyan û rewşa aboriyê, ew bi paş ketine û wan biryara xwe ya girtinê hiştibû paş hilbijartina tûra yekem a 14ê Gulanê û ya duyem a 28ê Gulanê. (HA/FD)