1emîn Dadgeriya Cezê û Aştiyê ya Erziromê navnîşana "mezopotamyaajansi35.com" a Ajansa Mezopotamyayê asteng kir.
Dadgeriyê bi hinceta "parastina ewlehiya neteweyî û parastina pergala giştî" navnîşana "mezopotamyaajansi35.com" a Ajansa Mezopotamyayê asteng kir.
Berê jî bi heman hincetê bi biryara 3yemîn Dadgeha Cezê û Aştiyê ya Amedê ya di 21ê Gulana 2021an de hatibû astengkirin.
Ajans weşana xwe li ser https://mezopotamyaajansi.net/ didomîne.
Malpera Ajansa Mezopotamyayê 30em care asteng dibe
15 Nîsan 2021
(AY)