Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Malpera Ajansa Mezopotamyayê d nava hefteyekê de du caran hatiye sansurkirin. Mezopotamyaajansi28.com, malpera ku ajansê weşana xwe li ser wê dikir hatiye qedexekirin.
Di 23yê Sibatê de 3yem Dadweriya Aştî û Cezakirinê ya Kayseriyê mezopotamyaajansi27.com asteng kiribû.
Piştî vê biryarê, ajansê weşana xwe li ser mezopotamyaajansi28.com-ê dewam kiribû. Lê 1em Dadweriya Aştî û Cezakirinê ya Osmaniyeyê îro ev navnîşan jî qedexe kiriye.
Kesên ku îro xwestin bikevin malpera mezopotamyajaajansi28.com-ê, nivîsa dadweriyê derketiyê pêşberî wan. Di nivîsê de wiha nivîsiye: “mezopotamyaajansi28.com di 02-03-2021ê de bi biryara 1em Dadweriya Aştî û Cezakirinê ya Osmaniyeyê li gorî hejmara 2021/1003yê hatiye astengkirin.” (HA/FD)