Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Malpera Ajansa Mezopotamyayê heta niha 28 caran hatiye astengkirin. Mezopotamyaajansi29.com, malpera ku ajansê weşana xwe li ser wê dikir dîsa hatiye qedexekirin. Piştî biryara astengkirinê ajansê li ser mezopotamyaajansi30.com-ê dest bi weşanê kiriye û di heman rojê de ew jî hatiye qedexekirin.
Navnîşana mezopotamyaajansi29.com-ê ji aliyê 4em Dadweriya Aştî û Cezakirinê ya Amedê û navnîşana mezopotamyaajansi30.com-ê jî ji aliye 5em Dadweriya Aştî û Cezakirinê ya Amedê ve hatiye qedexekirin.
Kesên ku îro xwestin bikevin malpera mezopotamyajaajansi29.com-ê, nivîsa dadweriyê derketiyê pêşberî wan. Di nivîsê de wiha hatiye gotin: “mezopotamyaajansi29.com di 14-04-2021ê de bi biryara 4em Dadweriya Aştî û Cezakirinê ya Amedê li gorî hejmara 2021/2099ê hatiye astengkirin.”
Herweha ji bo kesên ku îro xwestine bikevin malpera mezopotamyajaajansi30.com-ê nivîsa dadweriyê derketiyê pêşberî wan jî. Di nivîsê de wiha hatiye gotin: “mezopotamyaajansi30.com di 14-04-2021ê de bi biryara 5em Dadweriya Aştî û Cezakirinê ya Amedê li gorî hejmara 2021/2109ê hatiye astengkirin.”
Piştî astengkirinê ajansê li ser mezopotamyaajansi31.com-ê dest bi weşanê kiriye.
(HA/AY)