Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), Fransa û Ingilîzîstan Sûriyeyê bi wê yekê sûcdar dike ku wê çekên kîmyayî bi kar aniye û ji ber wê hersê dewletan di 14ê Nîsanê de li Sûriyeyê dan. CNBCyê maliyeta wê operasyonê hesibandiye.
Li gor nûçeya CNBCyê “bi pereyên bacê yên Amerîkîyan” 66 fûzeyên Tomahawk hatine berdan. Maliyeta van fûzeyab 92.4 milyon Dolar in. Şirketa Raytheonê ew fûze çêkirine, her yek ji wan 600 kîlogram in. Bihayê her yek ji fûzeyan 1.4 milyon Dolar in.
85 fûze û 119 milyon Dolar
Herweha 29 JASSM-ER (Joint Air-to-Surface Standoff Missiles Extended Range) hatine berdan. Maliyeta wan 26.6 milyon Dolar in. Şirketa Lockheed Martinê ew fûze çêkirine û bihayê her yek ji wan jî 1.4 milyon Dolar in.
Di nûçeyê de hatiye eşkerekirin ku 85 fûze hatine avêtin û bihayê wan 119 milyon Dolar in.
(ŞA/MB)