Fotograf: MA
Şazdeh Robozikî îro derketine pêşberî dadgehê ku ji ber bîranîna sala 2015an a Qetlîama Robozikê doz li wan hatibû vekirin. Parêzeran gotiye: “Dixwazin dolê ji miriyên hildin.”
Sala 2015an malbatên Robozikê ji bo qetlîama Robozikê bîranînek li dar xistibûn. Di bîranînê de pankart hatibûn vekirin. Ji ber vekirina vê pankartê bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kirine” doz li 16 robozikiyan hatibû vekirin.
Danişîna bi ferman a doza Robozikiyan, li Dadgeha Cezakirina Asliyeyê ya Qilebanê bi rê ve çûye. Tufan Saydam, Semîre Encu, Sevcan Encu, Bêrîvan Encu, Cîhan Encu, Muhsîn Yakut, Hanim Encu, Aysel Encu, Heybet Encu û Selcan Encu û parêzerên wan beşdarî danişînê bûne.
Her weha Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Encu jî beşdarî dadgehkirinê bû ku birayê wî di komkujiyê de hatibû kuştin.
Piştî tespîta nasnemeyan bersûc axivîne. Şêniyên Robozikê îdiayên derbarê xwe de red kirini û gotine ew ji bo xizm û zarokên xwe beşdarî bîranînê bûne.
“Ma kaşkirina mirovan ne sûc e, bîranîn sûc e gelo?”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, paşê parêzeran parastin kirine û gotine ku bi vê dosyeyê dixwazin tolê ji miriyan hildin. Parêzeran kaşkirina cenazeyê Haci Bîrlîkî li Şirnexê li pey maşîneya zirxî bibîr xistini û gotine: “Kaşkirina cenazeyek li pey panzêrê nabe sûc, lê gelo bîranîna miwekîlên me ji bo xizm û zarokên wan ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin dibe sûc? Niha jî bîranîn dibin sûc û derdikevin pêşberî me.”
Parêzeran gotiye ew ê pişt re têkildarî dosyeyê parastinê bikin û xwestin miwekîlên wan werin beratkirin.
Dadgehê biryar da ku Cahîde Encu û Ayaz Encû yên beşdarî danişînê nebûne bi darê zorê wan bînin danişînê.
Dadgehkirin wê 13ê Kanûna Paşiyê ya 2020an de li Dadgeha Cezayê Giran a Şirenxê berdewam bike. (FD)