Wêne: Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Malbatên qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê wê giliyê Ahmet Davutoglû, Serokwezîrê wê demê bikin. Malbat dixwazin Davûtoglû, behsa tiştên ku dizane bike û bê dadgehkirin.
“Ji bo sûcên li dijî mirovahiyê sînora qanûnî ya demê nîne”
Taylan Savran, parêzerê malbatan ji bianetê re got ku çar hîmên daxwaznameya wan a gilîkirinê heye û ev zanyarî dan:
*Davûtoglû dem bi dem hin daxuyanî dan. Yek ji wan piştî qetlîamê bû. Gotibû, ‘me ew zeft nekirin, çalaki pêk neanî.” Me di daxwaznameya xwe de ev bibîr xist.
*Di Tebaxa 2019an de got ku “Heke ez tiştên di navbera Hezîran û Çiriya Paşiyê ya 2015an re dû dane aşkere bikim, em ê nikaribin li ruyê hev binêrin”. Tê wê wateyê ku him derheqê Qetlîama Enqereyê de him jî derheqê Qetlîama Pirsûsê de hin tiştan dizane. Em dixwazin van aşkere bike.
*Davutoglû di bernameyeke televizyonekê de xwest ku bibêje ew ji Qetlîama Pirsûsê agahdar bûye. Wisa hate famkirin ku fail dizanîbûn. Bi zelalî navnîşan diyar nekir lê xuya bû ku hin tiştan dizane.
*Daxuyaniyên wî yên derheqê berpirsiyariya Qetlîama Pirsûsê ya 20ê Tîrmehê û Qetlîama Enqereyê ya 10ê Çiriya Pêşiyê de ên di dema bernameya televizyonekê de.
*İhtimal e ku daraz wê bibêje dema hiqûqî qediyaye lê em dizanin di sûcên li dijî mirovahiyê de sînorê dema hiqûqî nîne. Em vê qebûl nakin. Em ê pêvajoya hiqûqî heta dawiyê bişopînin.”
Malbat dixwazin ku Davûtoglû ji ber sûcên li hemberî mirovahiyê, bi liv û tevgerên piştguhkirî bûye sedema kuştinan bi qestî, bi liv û tevgerên piştguhkirî bûye sedema birîndarkirinên bi qestî, windakirin, guhertin û veşartina delîlên sûcan, îltimasa sûcdaran were cezakirin. (EMK/FD)