Fotogaraf: Medyaya civakî
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Civakên malbatên LGBTI+an bersiv dane gotinên Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdoganî, yên cidakar.
Erdoganî li Meletiyê gotibû, "Di malbateke xurt de, ma tiştekî mîna LGBTyan dibe?"
Malbatên LGBTI+an li dijî vê gotinê, daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. Komên ku daxuyanî weşandiye ev in: "Koma Malbatan a Antalya Akdenîzê, Koma Malbatên LGBTIan a Denîzliyê, Komeleya Malbatên Keskesorê ya Enqereyê GALADER, Koma Malbatên LGBTI+an a Îzmîrê, Komeleya Malbat û Xizmên LGBTI+an-LISTAG.
Di daxuyaniyê de malbatên LGBTI+an gotiye:
"BANG LI ME BIKIN, EM VEBÊJIN! Careke din we li ser zarokên me yên LGBTI+an behsa navê me kir.
"Em kî ne?
"Em malbatên LBTGI+an e; dê û bavên wan, xwişk û birayên wan, xizmên wan in.
"Hemû kes derbarê me, zarokên me de diaxivin.
"Navê 'malbata lawaz" li me dikin, em weke malbat jî nayên dîtin.
"Zarokên me bi gotina "jirêderketî" tên tohmetkirin.
"Ev hemû tişt pêk tên lê dengê me nayê bihîstin.
"BANG LI ME BIKIN, EM VEBÊJIN!
"Di bin banê Meclîsê de carekê jî em vebêjin:
"Malbat çi ye, malbata LGBTI+an çi ye, mirov çawa dikarin bêyî ku li benda tiştekî bin, dikarin ji zarokan hez bikin...
"Carekê jî ji me guhdar bikin!
"Hûn her guh didin kesên me tohmet dikin, me weke yên din qebûl dikin, me veder dikin.
"BANG LI ME BIKIN, EM VEBÊJIN!
"Em bang li partiyên siyasî yên li Meclîsê ne, dikin:
"Rê li ber me vekin ku em welatiyên vî welatî, li Meclîsê dengê xwe bilind bikin.
"Em behsa xwe, zarokên xwe bikin.
"Dengê me bibihîzin, bidin bihîstin!
"Em li bendê ne û em amadene ku vebêjin..."
Erdoganî çi gotibû?
Erdogan li Meletiyê beşdarî Hevdîtina Nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û Sektoran bûbû. Erdoganî di axavtina xwe de banga xwe ya ji bo guhertina Destûra Bingehîn dubare kiribû û gotibû: "Li şûna ku em bi projeyasayan dema xwe derbas bikin, em bi guhertina Destûra Bingehîn re encameke mayînde bînin, em saziya malbatiyê hîn jî xurt bikin. Dibêjin LGBTI, ma gelo dibe di malbateke xurt de, tiştekî mîna LGBTI hebe? Hûn dizanin ev bi kê re karên çawa dike. Derdeke bi vî rengî ya AKPyê nîne. Ji me re malbatên xurt divê." (EMK/FD)