Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ew kesên li Robozikê xizm û mirovên wan mirine li ser gorên miriyan ew bibîr anîn û malbatan diyar kir ku ew ê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMMEyê) daxwaza edaletê bikin.
Li Robozikê bi komkujîyekê 34 welatî hatine kuştin. Dadgeha Qanûna Bingehîn serlêdana dozê betal kir. Li ser vê yekê 281 kesan di 22yê Tebaxê de daxwaza edaletê ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMMEyê) kir.
BITIKİNE - Dosyeya Qetlîama Roboskiyê çû DMMEyê
Serokê Komeleya Edaleta ji bo Robozikê-Aştiya ji bo Dinyayê, Velî Encûyî got hemî deriyên ji bo edaletê li wan girtî ne ji ber wê ew ê li DMMEyê doza edaletê bikin.
Piştî komkujîyê 243 hefte borîne.
Encû: Ji bo têkoşîna ji bo edaletê gaveka dî hatiye avêtin
Duhî di daxuyaniyê de Ferhat Encû jî axiviye û dîyar kiriye ji bo têkoşîna ji bo edaletê gaveka dî hatiye avêtin, wî ev gotin li gotinên xwe zêde kirin:
‘’ Organekê dewletê komkujî kiriye, organên dî komkujiyê vedişêrin. Malbatên ji Robozikê li hember kiriyarên dewletê li ber xwe dan.
‘’Dîyar e bi teqemeniyên bi tonan, kuştina 34 welatiyên mehsûm têra wê yekê nake ku kesek jî bê girtin an desteserkirin, ji ber wê hemî derî hatine girtin.(AS/MB)