Malbetên girtiyên nexweş di Çiriya Paşiyê ya 2021ê de li avahiya Baroya Amedê dest bi çalakiya "Nobeda Edaletê' kirin. Malbat li Baroya Amedê çalakiya rûniştandine pêk danîn. Piştre ev çalakî li derve, li cihên cida cida dewam kirin.
Malbatên girtiyên nexweş hefteyê 3 roja li ber deriyê Tipa Dyê ya Girtîgeha Amedê, Saziya Tîpa Edlî û li ber deriyê Edlîyeyê kom dibin. Daxwaza malbata ewê ku girtiyên nexweş demildest serbest bibin û ew bên dermankirin. Ji bilî wê jî dixwazin ku dema serbestberdana wan hat, bila serbest berdin, lewre ji ber sedemên cûrbecûr, girtiyan di dema qanûnî de serbest nakin.
Herdem Merwanî, Hakki Boltan û Încî Guler xizmên sê girtiyan e. Ew 7 meh in çalakiya xwe didomînin.
Bavê Herdem Merwanî, Abdullahim Kirtay ê ku 30 sal e di girtîgehê de ye. Digel ku dema wî ya serbestberdanê hatiye, rayedar wî serbest nakin. Hakki Boltan kurê wî Ciwan Boltan 30 sale li girtîgehe de girtiye. Xwişka Abdulselam Guler ê 28 salê girtiye Încî Guler axivî. Merwanî, Boltan û Gulerê ji bianetê re behsa çalakiya xwe û rewşa girtiyan kirin.
(SY/FD)
*Vîdeo - Fotograf: Semra Yansît