Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Malbatên girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan û girtiyên nexweş, di roja 266emîn a Nobeta Edaletê ya Amedê de li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê daxuyanî dane.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78an jî ji bo piştevaniya malbatan tev li çalakiyê bûne.
Di çalakiyê de Incî Guler, xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler ku 29 sal in di girtîgehê de ye axivîye û gotiye bila rayedar Destûra Bingehîn pêkbîne.
Guler bi lêv kiriye ku êdî bila girtî di girtîgehan de nemirin û îro dayîk bi gotina “bila zarokên me nemirin” diqîrin. Gulerê aniye ziman ku Wezareta Dadê bi çavekî dijminatiyê li malbatan û girtiyan dinêre û wiha gotiye:
“Ya ku em dibêjin qirîna dayika ne, ew dayik jî dibêjin bila zarokên me bînin nêzî me. Êşa zarokan şewateke di dilê dayikan de ye. Bila bi çavekî dijminatiyê li zarokên me nenêrin, bila bi çavekî mirovahî li zarokên me binêrin. Qanunên xwe pêk bînin. Roj û saet mane ku girtî were berdan lê tên ji me re dibêjin cezayê wan 6 mehan hat taloqkirin. Em van tiştan naxwazin û tu kes ser soza xwe nasekine. Em naxwazin zarokên me bimirin û infazên wan were şewitandin.”
Hezar û 605 girtiyên nexweş hene
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman raporê ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane.
(AS/AY)