Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komeleya Civaka Sivîla Ceza Înfazê / Navenda Xebatên Girtîgehên Tirkiyeyê bi malbatên girtiyên nexweş re hevdîtin pêk anîn.
Malbatan rewşa girtiyên nexweş, yên ku hatine sere wan û rexneyên li Tîpa Edlî anîn ziman.
Di videoya parvekirî de dayîka A.K.ê ku di Girtîgeha Tîpa T ya Menemenê de ye û 36 sal ceza danê behsa kurê dike û dibêje ew ji kurçikên xwe nexweş e û girêdayê diyalizê ye:
“Dewletê rapor daye ku ew bi tena serê xwe nikare bijî. Lêbelê Tîpa Edlî vê yekê qebûl nekir. Ew jî bijîşk in, yên din jî…”
Dayîkek jî dibêje ku kurê 12 sal in di girtîgehê de ye û qansêr e û bi mehan e li bendê ye k udi Tîpa Edlî de dor were wî.
Birayê girtiyekî nexweşê ku 36 sal ceza dane wî de dibeje ku birayê wî di girtîgehê de krîza dil derbas kiriye û ji ber mudaxeleyeke baş nehatiye kirin, fonksiyonên mejiyê wî ziyan bûye:
“Lêbelê Lijneya Tîpa Edlî cezayê pêşwext nekir û di rapora xwe de got ku ew bi tena serê xwe dikare bijî.”
Kurê girtiyeke ku 2 caran ji dilê xwe ameliyat bûye dibêje ku careke ji bo 3 mehan cezayê bavê wî hatiye pêşwextkirin, lê piştre di raporê de hatiye gotin ku xetereya mirinê nîn e û biryara pêşwextkirinê rakirine.
Agahiyên Wezareta Dadê
Di daxuyaniya Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (KMM) a 26ê Cotmeha 2016 de hatibû destnîşankirin ku niha di zindanan de 323ê jê giran bi temamî 905 girtiyên nexweş hene.
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag di daxuyaniya xwe ya 10ê Çileya 2017an de got ku ji sala 2009an vir ve 2.300 kesan di girtîgehan de canê xwe ji dest dane.
Li gorî agahiyên wezaretê hejmara girtiyên ku di zindanan de mirine wiha ne:
*2009: 242,
* 2010: 260,
* 2011: 285,
* 2012: 286,
* 2013: 265,
* 2014: 312,
* 2015: 373,
*2016 (heta 7ê Cotmehê): 277.
(YY/YO)