Malbatên girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan û girtiyên nexweş, di roja 302emîn a Nobeta Edaletê de li pêş ATKê bûne.
Bi mebesta girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan û girtiyên nexweş wer in berdan
malbatên girtiyan li Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn.
Çalakiya malbatan îro di roja 302an de li pêşiya Saziya Tipa Edlî (ATK) a Amedê dewam kiriye.
Her wiha Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Alîkarî, Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) jî piştgirî dane malbatan.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Di çalakiyê de Herdem Merwanî, xwişka girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay axivîye û daye zanîn ku heta niha jî tu daxwazên wan nehatine qebûlkirin. Merwanî gotiye ku wan gelek caran daxwaza berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin kirine lê belê bi vê daxwaza wan nehatiye kirin.
Merwanîyê weha bi lêv kiriye: "Yek ji mafên girtiyan jî axaftina bi telefonê ye lê wî mafê wan jî binpê dikin. Girtiyan dişînin bajarên dûr û malbat nikarin biçin serdanê. Em dîsa bang dikin û bi dubareyî dibêjin ku em dixwazin çareseriyekê bibin vê pirsgirêkê. Tiştên ku têne kirin heke cezakirina malbatan nebe wê demê çi ye?"
Hezar û 605 girtiyên nexweş hene
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman raporê ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane.(AY)