Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Amedê malbatên girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan û girtiyên nexweş, di roja 197emîn a Nobeta Edaletê de çûne pêş Girtîgeha Girtî ya Tîpa Dya Amedê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê beşdaran di çalakiyê de pankarta “Azadî ji girtiyên nexweş re” vekirne.
Rêxistinên ku tevlî çalakiyê bûne ev in:
Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Sendîqeya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Amedê jî di çalakiyê de amade bûn.
“Ji bo hemû girtiyên nexweş edalet”
Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyên nexweş Reşahat Adayê bi lêv kiriye ku ew 7 mêh in di Nobeta Edaletê de ne lê hêj jî daxwazên wan nehatine pêkanîn û wiha gotiye: “Wezîrê Edaletê qet dengê me nabihîse? Çima destê xwe nade ser wijdana xwe, çima dengê me nabihîse? Em êdî naxwazin tabûtên zarokên xwe bigirin.Bila înfaza zarokên me neşewitînin. Banga me ji bo Wezîrê Edaletê ev e; edalet ji bo her kesî ye û edaletê pêk bînin.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Heq, Hiqûq, Edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bûye.
Hezar û 605 girtiyên nexweş hene
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman raporê ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane.(AS/AY)