Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gor analîza UNICEFê, îhtimala 180 milyon zarokên li 37 welatan zêde hezar bibin, nekarin biçin dibistanê, bi tûndkariyê bêne kuştin ji 20 salan berê zêdetir e.
Bixwîne - UNICEF: Li Iraqê di sê salan de 1075 zarok hatine kuştin
Dîrektorê beşa Dane û lêkolîn û Polîtîkayan, Laurence Chandyî got:
“Dê û bav dixwazin îmkanên ji bo wan nebûn ji bo zarokên wan hebin.
“Divê niho em hesabê wê yekê bikin ku şert her ku diçe zehmet dibe. “
Bixwîne - Li Tirkiyeyê 2 hezar û 800 zarok di girtîgehan de ne
*Ji ber krîzê li 21 welatan hejmara zarokên dest bi dibistanê dikin kêm bûye.
* Benin, Kamerun, Madagaskar, Zambiya û Zimbabwe jî tê de li 14 welatan rêjeya mirovên bi kêmî 1,90 Dolaran rojane xerc dikin zêde dibe.
*Li heft welatan rêjeya zarokên ji 19 saliyê biçûktir dimirin zêde bûye.
Bixwîne - “Heta 2030ê 60 milyon zarok dê di emrê ji 5 saliyê biçûktir de bimirin”
*Li her 14 welatan jî kêşeya sereke terorîzm, hejarî û nebaşiya derfetên perwerdebûnê/perwerdekirinê wek kêşeyên sereke hatin destnîşankirin. (EKN/MB)