Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî li ber avahiya Edliyeya Rihayê, di roja xwe ya 597em de dewam dike.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Malbat di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatine ber deriyê Edliyeya Rihayê û li cihê ku weke “Quncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” dest bi nobeta xwe kiriye.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivîye û gotiye ku nobeta wan nêzî du salan e didome. Şenyaşarî daye zanîn ku êdî zivistan û hilbijartineke ku dê qedera Tirkiyeyê biguherîne tê û wiha domandiye: “Hemû partiyên siyasî yên Tirkiyeyê têkoşîna edaletê ya dayika min dişopînin. Edaletê ji bo hemû kesî dixwaze û hemû partî jî xwedî lê derketin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) ku çalakiya me dişopandin jî hatin desteserkirin. Bi vê yekê re hewl didin dengê me qut bikin. Ev, sepaneke derhiqûqî ye. Em bi xwe şahidin ku nûçegihanên MAyê yên Rihayê tenê nûçe dişopandin. Ew tenê nûçeyên bêalî û objektîf çêdikin. Ji bilî vê tu sûceke wan a din nîne. Em mafdar in. Bi milyonan kesên xwedî wijdan piştgiriyê didin me.”
Şenyaşarî diyar kiriye ku dayika wî Emîne Şenyaşar divê ji çok û çavê xwe ve emeliyat bibe lê ji ber ku edalet pêk nayê, vê daxwaza me qebûl nake. Şenyaşar axaftina xwe wiha bi dawî kiriye: “Banga min ji bo hemû rayedarên xwedîwijdan ew e ku di zûtirin demê de dawî li vê bêedaletî û bêhiqûqiyê bînin.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (TY/AY)