Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî ya li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 833an de dewam kiriye.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Emîne Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate pêşiya Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kiriye. Şenyaşar, pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” daliqandiye û ji kesên rêya wan bi edliyeyê ketiye derheqê komkujiyê û têkoşîna xwe ya edaletê agahî dane.
Di heman demê de malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal jî bi sernavê “#Nerdeadalet” re Wezareta Dadê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç etîket kiriye û ev peyam parve kiriye: “Têkoşîna edaletê ya li pêşiya Edliyeya Rihayê di roja 833’yan de didome. Ma gelek zor e ku hûn bi edalet bin?”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê