Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşarî ya li ber avahiya Edliyeya Rihayê, di roja 736an de dewam dike.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
“Li Rihayê mirovahî wenda bûye”
Malbat di saetên sibê de ji navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatine ber deriyê Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya xwe kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di çalakiyê de malbatê pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar Edalet” vekirine. Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bi wêneya li ser “Winda ye, lê digerin. Navê wê edalet e. Yê ku bibîne bila bîne ber deriyê Edliyeya Rihayê” nivîsandiye ev peyam parve kiriye: “Agahdarî! Li Rihayê Edalet winda bûye. Li Rihayê mirovahî winda bûye. Di roja 736'an de em li ber edliyeyê lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. Divê ev bêedaletî bi dawî bibe!”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (AY)