Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî ya li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 780an de dewam kiriye.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekarî îro tev li çalakiyê bibe. Kurê wê Ferît Şenyaşar li ber pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” dest bi nobeta xwe kiriye.
Ferît Şenyaşar di Nobeta Edaletê de axivîiye û wiha gotiye: “Edaleteke ku 5 sal in bi cih nayê û têkoşîneke 5 sal in didome… Zilma ku 5 sal in berdewam dike û 20 dozger û 4 şandeyên dadgehê yên hatin guhertin…Sibê dîsa danişîneke me heye. Piştî yekkirina dosyayên ‘kargeh’ û ‘nexweşxaneyê’ wê sibê danişîna ewil bê lidarxistin. Niha her kes dizane ku li Tirkiyeyê daraz di bin kontrola desthilatê de ye. Dozger û şandeya dadgehê van rastiyan hemûyan dizanin, lê desthilatê ji ber di vê mijarê de daraz dîl girtî ye tişta pêwîst bi cih naîne.”
Şenyaşar, diyar kiriye ku desthilata heyî wê di hilbijartinên 14ê Gulanê de bi vîna gel biçe û ev bang kiriye: “Ji ber edalet bi cih nehat têkoşîna me berdewam dike. Em hemû mafparêzan vedixwînin doza me ya sibê were dîtin.”
Emîne Şenyaşarê ji bo danîşîna yekemîn a dozê banga tevlîbûnê kiriye û gotiye, "Piştgirî çiqasî mezin be, wê edalet ewqasî bi lez pêk were."
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (AY)