Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 168emîn de dewam dike.
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Dewlet bi qasî ku edîl be ewqas bihêz e
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Malbata Şenyaşar ya ku ji bo edaletê têdikoşe aşkere kiriye ku piştî bêhnvedana edlî bi dawî bibe ew ê têkoşîna xwe li Enqereyê bidomîne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Ferît Şenyaşar diyar kiriye ku Nobeta Edaletê di roja 168an de ye û weha gotiye:
“Ji Edîrneyê heta Qersê her kesê xwedî wîjdan doza me ya mafdar dît û piştevaniya me kir. Li paytexta Tirkiyê Wezîrek Edaletê heye û her roj vê bêedaletiya li ber Edliyeya Rihayê dibîne, ne mimkin e ku nebîne. Her rojek ku em li vir dimînin, ji bo edaleta Tirkiyeyê rûreşiye. Em dixwazin tavilê Wezîrê Dadê dawî li vê bêedaletiyê bîne. Em ê di rojên pêşiya me de biçin Enqereyê. Em ê dîsa biçin Wezareta Dadê. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe. Dayika min bi ser 65 salî re, li şûna ku li malê bêhna xwe vede, lê di bin zilmê de li edaletê digire. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(EMK/AY)