Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî li ber avahiya Edliyeya Rihayê, di roja xwe ya 605em de dewam dike.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di nobetê de Ferît Şenyaşar axivîye û daye zanîn ku nobeta wan a edaletê ev 605 roj in berdewam dike. Şenyaşar diyar kiriye ku wan ji bo dosyaya komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê were vekirin û Fadil Şenyaşar ku 4 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin were berdan dest bi nobetê kirine û wiha domandiye: “Piştî 4 salan îdianameya nexweşxaneyê amade kirine lê îdianameyeke neadilane ye. Em ê li dijî vê, li dadgehê gazincên xwe bînin ziman.”
Şenyaşar, destnîşan kiriye ku duyemîn daxwaza wan ew e ku Fadil Şenyaşar were berdan û weha pêde çûye: “Birayê min ev 4 sal in bi awayekî derhiqûqî û bi hiqûqa serdestan di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin. Hevjîn û 2 kurên dayika min hatin qetilkirin. Her tişta ku me li kargehê kiriye, dikeve ber parastina rewa lê birayê min hêj niha jî girtî ye. Doz, ji hêla usûlê ve li Dadgeha Îstînafê hat xerakirin û ji bo temamkirina kêmaniyên heyî ji 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê re hat şandin. Heke biryara tehliyeyê yan jî beraetê ji dosyayê dernekeve, ez û dayika xwe dê biçin TBMM’ê. Bêyî ku ferq û cudahiyê bêxin navberê, em ê daxwaza hevdîtinê bo her kesê dibêje ez parlamenterê gel im û partiyên siyasî yên edaletparêz bikin. Em ê li gel hemû kesên daxwaza edaletê dikin, bang li Meclisê bikin. Tişa behsa xeberê drameke mirovahiyê ye, komkujî ye. Daxwaza me edalet e.”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (EMK/AY)