Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî li ber avahiya Edliyeya Rihayê, di roja xwe ya 638an de dewam dike.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Emîne Şenyaşar, ji ber nexweşiyên xwe îro tevlî nobetê nebûye. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî li ber edliyeyê pankarta “Ji malbata Şenyaşar re edalet” vekiriye û çalakiya xwe ya nobetê domandiye.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kiriye û gotiye: “Pêşketin û rêzdariya welatekî bi hiqûq û edaletê tê pîvan. Heke li welatekî edalet nebe li wir ne tenê kesên rêveber, her kes sûcdar e. Ev 638 roj in em li ber deriyê edliyeyê li bendê ne ku dewleta hiqûqê tişta pêwîst bike.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (TY/AY)