Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî ya li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 813an de dewam kiriye.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ji Pirsûsê çûne Rihayê û li “Quncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” ê li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi nobetê kirine. Malbatê pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” bi bloqên betonan re daliqandin û ji bo kesên çûne edliyeyê qala têkoşîna xwe kirin.
Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî Walîtiya Rihayê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç etîket kiriye û pankarta “Ev 5 sal in em daxwaza edaletê dikin” parve kiriye.
Di peyamê de wiha hatiye gotin: “Heta ku edalet neyê Rihayê dê neyê Tirkiyeyê! Pankarta ‘Tirkiye dewleta hiqûqê ye’ ya li ser deriyê edliyeyê bila şerma her kesî be!”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê