Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî ya li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 784an de dewam kiriye.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Ferît Şenyaşarê ji mala xwe ya Pirsûsê bi rê ketiye û çûye ber deriyê Edliyeya Rihayê li ber pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” çalakiya xwe ya nobetê berdewam kiriye. Emîne Şenyaşar jî ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekarî tevli nobeta îro bibe.
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kiriye: “Me bi ‘derew’ û ‘hîleyên we’ re nekarî. Ev ji me re bû derd. Em ‘qet’ dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernadin bila ev ji we re bibe ‘derd’. Di roja 784 a Nobeta xwe ya Edaletê em li ber Edliyeya Rihayê ne…”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (AY)