Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 214emîn de dewam dike.
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Dewlet bi qasî ku edîl be ewqas bihêz e
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Li gorî nûçeya JinNewsê ji ber ku Ferît Şenyaşar çûye hevdîtina birayê xwe, Fadil Şenyaşar ku ji 3 salan zêdetir e li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yek kesî de tê girtin, Emîne Şenyaşarê îro tena serê xwe, nobet daye destpêkirin.
“Pankarta me desteserkirî ye”
Malbatê li ser hesabê xwe medya civakî peyamek belav kiriye û gotiye:
“Têkoşîna me ya edaletê 214 roj in didome. Pankarta me 14 roj in ‘desteserkirî ye’, dayika min li pêş edliyeyê ye û ez jî (Ferît Şenyaşar) di hevdîtina birayê xwe yê ku 3 sal in li Xarpêtê bi awayekî bêhiqûqî tê girtin de me. Edalet li ku ye ew jî nediyar e!”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(EMK/AY)