Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 169emîn de dewam dike.
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Dewlet bi qasî ku edîl be ewqas bihêz e
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Malbata Şenyaşar ya ku ji bo edaletê têdikoşe aşkere kiriye ku piştî bêhnvedana edlî bi dawî bibe ew ê têkoşîna xwe li Enqereyê bidomîne. Malbatê ji destpêka çalakiya nobetê heta niha dixwaze bi Serdozgerê Komarî yê Rihayê re hevdîtinê pêkbîne. Lêbelê daxwaza malbatê heta niha nehatiye qebûlkirin.
Malbata Şenyaşar îro careke din bi daxwaza ku bi Serdozgerê Komarî yê Rihayê re hevdîtinê bike, çûye avahiya edliyeyê. Ji daxwaza hevdîtinê ya malbatê re hêj tu bersiv nehatine dayîn. Emîne Şenyaşar û kurê wê ji bo hevdîtinê di avahiyê de sekinîne û li benda hevdîtinê ne.
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi wêneyê Emîne Şenyaşarê ku li pêş avahiya edliyeyê hatiye kişandin re ev peyam parve kiriye: “Ez dayikekê dilêş im. Kurê min bi awayekî bêhiqûqî 3 sal in di hucreyeke yek kesî de tê girtin. Ez naxwazim li malê rûnim û di bin zilmê de bijîm. Werin em vê bêedaletiyê bi hev re ji holê rakin. Ji ber ku edalet ji her kesî re pêwîst e.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(EMK/AY)