Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 170yem de dewam dike.
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Dewlet bi qasî ku edîl be ewqas bihêz e
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Malbata Şenyaşar ji bo axavtina telefonê ya heftane ya bi Fadil Şenyaşar ê ku 3 sal in li Girtîgeha Xarpetê, di hucreya yek kesî de tê girtin, dereng hatiye ber avahiya edliye yê.
Ferît Şenyaşarê ku bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re, li qada weke "goşeya edaletê ya malbata Şenyaşar" tê bi nav kirin dest bi nobetê kiriye, wiha axiviye: “Tekoşîna me ya edaletê, di roja 170emîn de, di bin zilmê de dewam dike. Em duh ketin avahiya edliyeyê, 10 saetan em dan rawestandin, me xwest em 10 xulekan bi serdozger re hevdîtinê pêkbînin. Lê ev daxwaza bi cih nehat. Kengê parêzerên me yan jî serokê baroyê bixwazin bi dozger re hevdîtinê bikin, hinceta dozger amade ye. Her tim dibêjin ‘karê dozger heye, civîna dozger heye, karê wî pir heye.’ Li vê derê sûceke mirovahiyê heye. 3 mirov hatin qetilkirin. Derbarê vê yekê de 10 deqeyên xwe ji bo me venaqetîne û hevdîtinê bi me re nake. Dozger bi vî awayî dibe hevkarê sûc.”
“Vê zilmê bi dawî bikin”
Şenyaşar, bi bîr xistiye ku parlamentera AKPê ya Mêrsînê Zeynep Gul Yilmaz ji ber ku heqaret li polîsekî kiriye, bertek li dijî wê çêbûn û wiha gotiye: “Lê parlamenterekê AKPî, li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ji heman malbatê 3 kes qetil kirin, ev 3 sal in doz jî nehatiye vekirin. Zilmek heye divê hemû Tirkiye xwedî li vê dozê derkevin. Kesên ku sûcên mirovahiyê kirin, wê cezayên xwe bikêşin. Em vê zilmê qebûl nakin. Vê zilmê demildest bi dawî bikin.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(EMK/AY)