Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî li ber avahiya Edliyeya Rihayê 700 roj in dewam dike.
Malbata Şenyaşar ku ji ber erdhejê di roja 700emîn de navber dabû çalakiya xwe, îro dîsa hate ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi nobetê kirin.
Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar daye zanîn ku ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re navber dabûn çalakiya xwe û wiha gotiye: “6’ê sibatê di roja 700'emîn a Nobeda Edaletê de li welatê me karesateke mezin çêbû. Di demekê ku gelek kes di bin xirbeyan de li benda rizgarkirinê bûn, bo me exlaqî nehat ku nobetê bidomînin. Lewma me 15 roj navber da û bi qasî ji destê dihat, me hewl da birînên mexdûrên erdhejê derman bikin.”
“Heta edalet pêk neye em ê çalakiya xwe bidomîne”
Bi domdarî Şenyaşar aniye ziman ku daxwazên wan hêjta nehatine qebûlkirin lewma nobeta xwe didomînin û wiha pê de çû: “Li nexweşxaneyê 3 endamên malbata me hatin qetilkirin. Birayekî min hêj di girtîgehê de ye. Serokkomar jî di nav de her kes dizane ku ev yek bêhiqûqtî ye. Lê belê ji ber ku wekîlê partiya desthilatdariyê ev komkujî kiriye, hêj edalet pêk nehatiye. Heta edalet pêk tê jî em ê çalakiya xwe ya li pêşiya edliyeyê bidomînin.”
Di çalakiyê de Emîne Şenyaşarê jî ji ewil bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê kiriye û weha gotiye: “Heta kurê min neyê berdan em ê nobeta xwe bidawî nekin. Ji malbata me sê kes kuştin lê ev kes bi rehetî digerin. Ew desthilatdarî zilme li me dike. Edî bes e. Bila kesên sûcê wan tune bên berdan. Bila zarokê min jî berdin. Ev 5 sal in zarokê min di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Hem mirovan dikujin, hem jî bi navê wekîltiyê li bajar digerin. Hikûmet çima van kesan ceza nake?”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (AY)