Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 164emîn de dewam dike.
“Em Edaletê dixwazin”
Malbatê ku pankarta wêneyê ambûlansa dema Haci Esvet û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar tê de bûn êrîş lê hatiye kirin ser cih girtiye û nivîsa “Di 14ê Hezîrana 2018an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bav û 2 kurên wî hatine qetilkirin. 3 sal in yek girtî jî nîne! Bila hiqûqa serdestan bi dawî bibe. Ji bo herkesê edalet” ser dinivîsî daniye ber bloken beton ên li pêş edliyeyê, têkoşîna xwe ya edaletê ji kesên ku rêya wan bi edliyeyê dikeve re vegotine.
Malbata Şenyaşar di hesabên xwe yên medya civakî de Rêvebiriya Emniyeta Rihayê û Walîtiya Rihayê etîket kiriye û gotiye:
“Li gorî qanûnê daliqandina pankarta ku li ser nivîsa “Em edaletê dixwazin” bi bariyerên beton ve sûc e, ji ber vê yekê emniyetê cezayê pere li me birî. Hûn çima kesê ku bi çekan êrişî kargeha me kir nagirin? Dewlet bi qasî ku adil be ewqas bihêz e.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(EMK/AY)